Nûçeyên Iraqê

Polîs 3 endamên DAIŞê li rojavayê Enabrê digire

Polîsê Îraqî li parêzgeha Enabrê Duşemê (22ê Nîsanê) ragihand ku wan sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke ewlehî de li rojavayê Enabrê girtin.

"Hêzeke ewlekarîyê ya yekîneya operasyonên taybet zevîyek li başûrê Rutbayê dorpêç kir û derbasî avahîyekê bû," serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic wisa ji Diyaruna re got.

Wî got ku di hundirê avahîyê de sê endamên DAIŞê, ku neh bombeyên bidestçêkirî, çekên sivik, pere û bombeyên destî bi wan re hatin dîtin hebûn.

Erzayic dîyar kir ku çekdarekî ji wan hewl da bireve û agir berda hêzên ewlekarîyê, "lê belê ew dorpêçkirî bû û neçar ma xwe radest bike."

Erzaic destnîşan kir ku hersê girtî endamên DAIŞê ne, ku piştî têkçûyîna wê li bajarên ku li rojavayê Enbar li jêr kontrol wê bûn revîyan biyabanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500