Nûçeyên Iraqê

Niştecihên xwecihî gilîyê pênc endamên DAIŞê li rojavayê Mûsilê dikin

Pênc endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku bi dizî ji Sûrîyayê derbasî Îraqî bûn û li rojavayê Mûsilê bi cih bûbûn hatin girtin piştî, ku niştecihên xwecihî hêzên ewlekarîyê agedar kirin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Înê (19ê Nîsanê).

Di pêwendîyeke telefonî de bi fermandarîyê re, niştecihekî xwecihî got ku wî û gelek cîranan tevgerên gumanbar li maleke biyabanî li Beacê têbîn kiribû, û di encama çavdêrîyê de, gelek endamên DAIŞê hatin dîtin, Fermandarê Lîwayê 2yê yê Fermandarîya Operasyonên Nînewayê, ferîq Ehmed Ferhan Îsawî, got.

Wî got ku hêzek ber bi cih ve çû û girte ser avahîyê, her pênc tundrew girtin, yek ji wan hat birîndarkirin.

"Ew ji şerê li Sûrîyayê reviyan û berî demekê derbasî Îraqê bûn," wî got.

Îsawî daxuyand ku niştecihên ku hêzên ewlekarîyê ji tevgera endamên DAIŞê agedar kirin dê "xelatên comerdîyê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500