Nûçeyên Iraqê

NY: Divê welat alîkarîyê bi hezarên zarokên biyanî yên di kampên Sûrîyayê de bikin

Berpirsekî mezin ê NY Pêncşemê (18ê Nîsanê) bang li welatan kir ku berpirsîya xwe derbarê welatîyên xwe yên girtî li kampên Sûrîyayê hilgirin, di nav wan de bi hezaran zarokên biyanî yên çekdarên rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

"Berpirsyarîyeke sereke ya dewletan derbarê welatîyê wan heye," Panos Moumtzis, kordînasyonê herêmî yê NY li Sûrîyayê, ji nûçegehanan re li Cinêvê got.

Li gorî rêxistina zarokan ya NY UNICEF, dora 3,000 zarokên biyanî ji 43 welatan li kampa Holê li bakur û rojhilatê Sûrîyayê tenê hene, kampa ku pêşwazîya piranîya kesên ji DAIŞ reviyan kiriye.

Moumtzis got ku kampa ku Kurd bi rê ve dibin hejmara xelkê lê gihişt 10,000 kesan di Kanûna Yekem a borî de û aniha gihiştiye 75,000 kesan.

Li gorî texmînin din, kamp dikare 100,000 kesan bihewîne, yên ku bêtir ji 90% ji wan jin û zarok in.

Herikîna mezin piştî êrîşa ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ve li dijî asêgeha DAIŞê ya dawî, ya ku di meha borî de hilweşiya, hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500