Nûçeyên Iraqê

Çavdêr: Bombebarankirina artêşê 10 kesan li Idliba Sûrîyayê dikuje

Bombebarankirina rejîma Sûrî 10 sivîl li herêma Idlibê, ya ku li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, kuştin Pêncşemê (18ê Nîsanê), AFP ragihand.

Mûşekan gundek û kampeke bêwaran li başûr û rojhilatê gundewwarê Idlibê armanc kir, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ya navenda wê li Brîtanyayê.

Rewangehê got ku çar jin û sê zarok di nav her deh sivîlên mirî de bûn.

Rewangehê got ku 30 kesên din hatine birîndarkirin.

Rûsya û Turkya di meha Mijdarê de rêkeftinek wajû kirin derbarê navçeyeke veqetîn daku nehêlin êrîşeke berfireh ji alîyê rejîmê ve li ser herêma Idlibê, li nêzîkî sînorê Turkyayê, çêbibe.

Lê herêma ku hejmara niştecîyên wê dora sê milyonan e rastî bombebarankirineke mezin tê ji çaxê ku Tehrîr el-Şam bi temamî kontrola wê kir di Kanûna Duyem de.

NY tirsa xwe ji ber zêdebûna tundîyê derbirîn kir, û hişyarî da ku eger şerê dijwar çêbibe dê gefê li ser gihandina alîkarîyê ji dora 2.7 milyon kesên hewcedar bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500