Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî rokêtên DAIŞê li rojavayê Enabrê desteser dikin

Hêzên Îraqî bêhtir ji 30 rokêtên ku wan di veşartgeheke jêrzemînî de ku li "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vedigere li rojavayê biyabana Enbarê dîtin, Fermandarîya Operasyonên Enabrê Çarşemê (17ê Nîsanê) ragihand.

Hêzên artêşê veşartgeheke jêrzemînî li Wadî Qedhafê dîtin, Fermandarê Operasyonên Enabrê lîwa Mehmûd Felahî wiha ji Diyaruna re got.

Lîwa Felahî anî ziman ku veşartgeh 34 mûşekên ji celebê Katyoşa "ku bi destên terorîstên DAIŞê hatine çêkirin da ku berên wan firehtir bin", herwiha destekên avêtinê, têleke teqandinê, alavên kontrolkirina ji dûr ve û hinek alavên din dihundirandin.

Felahî destnîşan kir ku hêzên Îraqî "maliştina biyabana Enabrê berdewam bikin bo li asêgeh û navendên DAIŞê bigerin heta deverê bi temamî paqij bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500