Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîya Navdewletî alavên nû dide polîsê Mûsilê

Hevpeymanîya Navdewletî alîkarî ji polîsê xwecihî û hawarîyê yê Mûsilê re dabîn kir di çarçoveya programeke çesipandina aramîyê de li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin li seranserê Îraqê, polîsê Îraqî li Nînewayê Sêşemê (16ê Nîsanê) ragihand.

Alîkarî ji datnîşankerên teqemenîyan, alavên rakirina mînên zemînî û pûçkirina teqemenîyan, xûze û êlekên dijî guleyan pêk tê, serokê polîsê Nînewayê emîd Hemed Namis Cibûrî eşkere kir.

Wî daxuyand ku rahînan li ser nêzîkatîkirina bi kemînên terorîstan re, metodên analîzekirina agahîyan û xebatkirina li ser bingeha wan, û rêyên avakirina pêwendîyeke tekûz di navbera xebatkarên ewlekarîyê û sivîlan de hatiye dabînkirin.

"Piştgirîya ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqî ji Hevpeymanîya Navdewletî li Mûsilê û deverên din ên Nînewayê wergirtiye pir girîng e di çesipandina aştîyê de li seranserê parêzgehê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500