Nûçeyên Iraqê

Sûrîya pişkên nû yên sûtemenîyê ferz dike hevdem ligel sepandina sizayan

Şamê roja Duşemê (15ê Nîsanê) bertengkarîyên nû li ser sûtemenîya baş a otombîlan û motoran li deverên li jêr kontrola rejîmê ferz kirin, weke hewldaneke dawî bo bidawîkirina krîza sûtemenîyê ya ku bi ser welat de hatiye, AFP ragihand.

Aniha destûr eye ku xwedîyên siwareyên taybet tenê 20 litrên sûtemenîyê her pênc rojan bi dest bixin, wezareta petrol û keresteyên kanzayî got.

Li sûtemenîxaneyên li paytextê, rêzên bi sed metran dirêj bi dirêjahîya kolanan di van çend heftîyên borî de hebûn, û ajokar bi saetan bendewarîyê dikin bo siwareyan mişt sûtemenî bikin.

Tedbîrên ku roja Duşemê hatin îlankirin derfetê didin ajokeran ku 20 litran her du rojan dagirin.

Wezaretê got ku ew dê destûrê bide motoran ku tenê sê litran her pênc rojan dagirin, û wê ev yek "weke tedbîreke demikî bo belavkirina benzînê bi awayekî dadmendî" şiyanse kir.

Ev tedbîr ên herî dawî ne di zincîra bertengkarîyên ku li ser xerckirina benzîna baş hatine ferzkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500