Nûçeyên Iraqê

Dê Kazaxistan mêvandarîya danûstandinên Sûrîyayê bike vê mehê

Kazaxistanê Sêşemê (16ê Nîsanê) eşkere kir ku ew dê mêvandarîya danûstandinên Sûrîyayê di her du rojên 25 û 26ê Nîsanê bike, danûstandinên bi piştgirîya Îran, Rûsya û Turkîyayê bo bidawîkirina alozîya heşt-salî, AFP ragihand.

Wezareta Derve ya Kazaxistanê di daxuyanîyekê de got ku qewl e delegeyên rejîma Sûrîyayê û komên opozîsyona çekdar, bi amadebûna nunerinan ji her sê welatên gerantor, beşdarîyê bikin.

Wê eşkere kir ku dê NY û Urdin weke çavdêr amade bibin.

Rewşa li Idlibê dê li ser ajandeya danûstandinan be, û herwiha gavên "avakirina bawerîyê" û belavkirina alîkarîya mirovî jî.

Danûstandin dê yê yekemîn bin li Astanayê ji şanderê nû yê NY, Geir Pedersen, yê ku di meha Kanûna Duyem de cihê Stîfan de Mistrûra girt.

Pedersen got ku danûstandinên li Şamê roja Yekşemê bi Wezîrê Derve yê Sûrîyayê Welîd Muelim re têkildarî çareserîyeke siyasî "baş bûn".

Meha borî paytexta Kazaxî navê xwe ji Astanê veguhest bo Nûr-Sultan, tevî wiha jî hîna danûstandin bi navê wê yê berê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500