Nûçeyên Iraqê

Tunelên DAIŞê li rojavyê Îraqê tên wêrankirin

Çar tunel û 31 teqmenîyên bidestçêkirî di operasyoneke hêzên Îraqê de bo paqijkirina biyabana Enbarê ji bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin wêrankirin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê îro Duşemê (15ê Nîsanê) got.

"Hêzên artêşa Îraqî operasyonên lêkolîn û ramaliştinê li deverên biyabana Enbarê cîbicî kirin bo nehiştina tu derfetan ji terorîstan re ku ew penayeke ewle li wir peyda bikin," fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.

"Operasyon ji sê alîyan ve li biyabana Enbarê bi piştgirîya cewî ji alîyê artêşa Îraqî û balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletê ve hat cîbicîkirin," fermandarîyê got.

"Di operasyona ku du rojan berdewam kir, deverên biyabanî li rojavayê Hedîsa û Wadî Horanê, biyabana li başûrê Kubeysayê û deverên di navbera çemê Feratê û Gola Sersarê de hatin teftîşkirin," daxuyanîyê got.

"Çar tunel û gelek malên vehesînê, cihê ku terorîstan xwe di wan de vedişart, hatin wêrankirin û 31 teqmenîyên bidestçêkirî ji alîyê tîmên pûçkirina teqemenîyan hatin teqandin," Daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500