Nûçeyên Iraqê

28 jin û zarokên Êzîdî yên ku DAIŞê ew revandibûn radestî Îraqê hatin kirin

Hikûmeta Îraqî 28 jin û zarokên Êzîdî yên, ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn revandin û li Sûrîyayê dîlkirî bûn, wergirtin, Wezareta Hundir a Îraqî Yekşemê (14ê Nîsanê) ragihand.

"Çardeh zarok û jinên Êzîdî, ji Şengalê û Tel Eferê, radestî hêzên ewlekarî yên Îraqî di herdu rojên dawî de hatin kirin," wezaretê di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Wezaretê got ku ew bo yekîneyên Lîwayê 72yê yê Firqeya 15ê li dergehê sînorî yê Faw hatin radestkirin daku ew bo birêveberîya polîsê Nînewayê bên veguhestin.

Daxuyanîyê got ku Êzîdîyên rizgarbûyî dê di demeke nêz de vegerin nav malbatên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500