Nûçeyên Iraqê

Rokêtên ku tundrewan avêtin 11 kes li Helebê kuştin

Rokêtên ku Yekşemê (14ê Nîsanê) ji alîyê tundrewan ve hatin avêtin herî kêm 11 kes li bajarê Helebê yê Sûrî, yê li jêr kontrola rejîmê ye, kuştin, AFP ragihand.

Heleb li bakurê welat dikeve li rex Idlibê, parêzgeheke ku ji alîyê Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin.

Ji çaxê ku rejîmê Heleb di dawîya sala 2016an de vegerandiye, bajar gelek caran ji alîyê tundrewan û çekdaraên opozîsyonê ve tê armanckirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku rokêt ji alîyê komên tundrew ve hatin avêtin, nemaze ji alîyê Tehrîr el-Şam ve.

Rewangehê got ku 20 rokêt ber bi gelek taxên Helebê ve hatin avêtin û hejmara sivîlên mirî sê kes in, di nav wan de zarokek û pênc endamên ajansên ewlehîyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500