Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî navenda medyaya DAIŞê li Hemrînê wêran dikin

Hêza elît a ajansa dijî terorê ya Îraqî paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û navendeke medyaya rêxistinê li bakurê herêma Hemrînê roja Pêncşemê (11ê Nîsanê) armanc kir, AFP ragihand.

Tevî ku rêxistin nema tu erdê kontrol dike, şanên razayî yên DAIŞê yên tê payîn ku ew li biyabanên berfireh û li çiyayên Hemrînê xwe vedişêrin, êrîşine kujêner li dijî navendên hikumetê ji baregehên xwe ve pêk tînin.

Peyvdarê artêşa Îraqî emîd Yehya Resûl ragihand ku Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî ferman li Ajansa Dijî Terorîzmê kiriye ku operasyonine "ku paşmahîyên DAIŞê û şikeftên wan li çiyayên Hemrînê armanc bikin pêk werîne."

Resûl di daxuyanîyekê de got ku operasyon bi piştevanîya balafirên Îraqî û yên hevpeymanîya navdewletî pêk hatin.

Peyvdarê Ajansa Dijî Terorê Sebah Numan destnîşan kir ku operasyonê çar rojan dirêj kir, ku tê de paraşûn hatin bikaranîn û agir bi 15 wargehên DAIŞê hatin xistin.

Di nav wan de, navendek ku bo deranîna kovara Neba ya heftane ya DAIŞê dihat bikaranîn.

Wî got ku "tîmeke taybet aniha komputer û belgeyan analîz dike -- û em dê binêrin ka pisgirêkek nû heye yan na, ku her Pêncşem tê weşandin."

Hêz plan dikin ku heman operasyonê li deverên din ên Îraqê pêk bînin.

Numan da zanîn ku "beşê girîng ji vê operasyonê ku ev devera zehmet, ku gefek ji bakurê Diyala û başûrê Kerkûkê re çêkiribû hat paqijkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500