Nûçeyên Iraqê

Berpirs: Îraq amade ye ku hemû endamên biyanî yên DAIŞê dadgeh bike

Îraqê ji Hevpeymanîya Navdewletî re dîyar kir ku ew amade ye bi sedan endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Bexdayê dadgeh bike li hember bi milyonên dolaran, çavkanîne hikûmî ji AFP re Çarşemê (10ê Nîsanê) eşkere kir.

Nîqaşên giştî li dewletê rojavayî tên pêş têkildarî egera vegerandina welatîyên wan ên tevlî DAIŞê bûne bo warên wan, ên ku tevlî wê bûn dema ku wê rûberên berfireh ji Sûrîya û Îraqê bi heyama çend salan kontrol kirin berî ku xaka li jêr destê xwe berî di meha dawî de ji dest bide.

Dora 1,000 çekdarên biyanî yên DAIŞê di girtîgehan de li bakurê rojhilatê Sûrîyayê girtî ne, û dora 9,000 jin û zarokên biyanî li kampên ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) li wir ava kirine dimînin.

Berpirsine Îraqî gotin ku Îraqê pêşinyar kiriye ku kesên biyanî dadgeh bike û wan li gorî wê ceza bike eger Hevpeymanî têçûnên prosesê dabîn bike.

"Kêşeyeke van dewletan haye, va em çareserîyê pêşkêş dikin," çavkanîyekê ji AFP re ragihand, lê wî qebûl nekir nasnameya wî were eşkerekirin ji ber ku ew biryardar e bi eşkerekirina hûrgilîyan ji ragihandinê re.

"Me heftîya borî pêşinyarname da pêş lê me heta niha tu bersiv wernegirtiye," çavkanîyê got.

Berpirsekî din eşkere kir ku Îraq daxwaza 2 milyar dolar dike bo dagehkirina gumanbaran weke "yek ji bijareyan", û dibe ku doza "pereyên bêhtir bike bo dabînkirina têçûnên girtina wan".

Îraqê heta aniha gelek endamên biyanî yên DAIŞê dadgehkirine û cezakirine, û hineke din li Bexdayê girtî ne çaverêya dadgehkirinê dike.

Di nav wan de herî kêm 12 welatîyên Fransî yên ku ji Sûrîyayê di meha Sibatê de hatine veguestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500