Nûçeyên Iraqê

Kurdên Sûrîyayê dibêjin ew rêkeftineke bo vegera 31, 000 Îraqîyan hatiye girêdan

Kurdên Sûrîyayê roja Pêncşemê (11ê Nîsanê) ragihandin ku wan bi hikumeta Bexdayê re li hev kiriye têkildarî vegera 31, 000 Îraqîyan bo welatê xwe, yên li kampên bakur-rojhilatê Sûrîyayê ne,ku piranîya wan jin û zarok in, AFP ragihand.

Bi deh hezaran kes li kampan dijîn, ku ev kamp gelekî mezin bûn di heyama şerê ku çend mehan dirêj kir de, ku têkçûyîna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji hêla Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ve hat tacdarkirin.

"Şandeyek ji Îraqê serdana birêveberîya xweser kir da vegera penaberên Îraqî giftûgo bike, ku hejmara wan digihêje 31,000, û gihaştin lihevkirinekê," berpirsê Kurd Mehmûd Kero ji AFP re eşkere kir.

Wî got ku "heta niha 4,000 kes xwe tomar kirine û em bendî hikumeta Îraqê ne heta sînorê xwe veke."

Kero dîyar kir ku piranîya penaberan bêyî nasnameyên Îraqî ne, di nav de zarokên ku li Sûrîyayê çêbûne.

Kero anî ziman ku "em ji hikumeta Îraqî dixwazin ku çareserîyekê bibînin."

Berpirsekî Îraqî roja Sêşemê ragihand ku Bexda bendewarîya bi deh hezaran welatî dike, piranîya wan jin û zarok in."

Ew kesên ku tê payîn ew dê vegerin çekdarên DAIŞê yên gumankirî ku di girtîgehên Kurdan de ne nahundirînin, piştî xweradestkirin an jî helwesta dawîn a tundrewan.

Kero dîyar kir ku "me doza vegera hemû Îraqîyan kiriye di nav de kesên ser bi DAIŞê ve."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500