Nûçeyên Iraqê

Mûşek û teqemenîyên DAIŞê li nêzî Tekrîtê tên dîtin

Pênc mûşek, hejmareke mezin a bombeyên bidestçêkirî (IEDs) û teqemenîne ku li "Dewleta Îslamî" vedigerin di veşêrgehek jêrzemînî de li nêzî Tekrîtê hatin dîtin, Wezareta Hundir a Îraqî roja Çarşemê (10ê Nîsanê) ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê operasyoneke lêgerînê berfireh li hejmareke gund û deverên gundewarî li parêzgeha Selahedînê pêk anîn û veşêrgeheke jêrzemînî li nêzî Tekrîtê vedîtin," peyvdarê wezaretê lîwa Saed Maen ji Diyaruna re got.

Maen dîyar kir ku veşêrgeh pênc mûşek, dora 50 IEDs, hejmareke mazin a teqemenîyan û heyberên ku di çêkirina teqemenîyan de bi kar tên, dihundirand.

Wî anî ziman ku "hêzan tiştên vaşêrgehê birin devereke dûr li derveyî Tekrîtê û li wir ew teqandin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500