Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî serkirdeyekî DAIŞê li Hîtê digirin

Di operasyoneke ewlehî li navçeya Hîtê ya Enbarê de serkirdeyekî payebilind ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat girtin, fermandarîya polîsa Enbarê roja Çarşemê (10ê Nîsanê) ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê yên hevbeş Nasir Nemrawî, serkirdeyekî DAIŞê ku weke emîrê dîwana hesba (polîsê şerîetê) dixebitî di heyama dagirkirina gelek bajaran li Enbarê di navbera 2014 û 2016an de girt," serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayîc ji Diyaruna re got.

Lîwa anî ziman ku "yê girtî li devera Kesrayê li ser çemê Feratê li nêzî Hîtê xwe veşartibû, ku piştî hilweşîna DAIŞê revîyabû," da zanîn jî ku li jêr navekî sexte tevdigerîya.

Erzayîc destnîşan kir ku Nemrawî li gorî madeya 4an a qanûna dijî teror ji bo tawanên terorîst tê xwestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500