Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke xwekujî 13 kesan li Reqaya Sûrîyayê dikuje

Êrîşa bi du teqînan îro Sêşemê (9ê Nîsanê) li bajarê Reqayê yê li bakurê Sûrîyayê, ku berî aniha asêgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû, 13 kes tê de hatin kuştin, piranîya wan sivîl bûn, AFP ragihand

Otombîleke bombekirî û teqemenî li kolaneke qerebalix hatin teqandin û neh sivîl û çar şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) tê de hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Tu alîyî heta aniha xwe nekiriye berpirsê vê êrîşa ku li nêzîkî navendeke serbazî yê QSD pêk hatiye.

Niştecîyekî Reqayê got ku wî dît dumana reş ji cihê êrîşê bilind dibe û hevdem ligel bilindbûna dengê embulensan.

Wî got ku wî "dexmên xwînê li erdê dîtin".

"Piştî teqînan tirs û xof li deverê belav bûn," wî anî ziman.

QSD di sala 2017an de dest danî ser bajarê Reqayê piştî operasyoneke berfireh li dijî tundrewan.

Îro Sêşemê zû, siwareyeke bombekirî pagereke hevpeymanîya navdewletî li bajarokê Şedadê yê li bakur û rojhilatê welat armanc kir, li gorî Rewangehê.

Lê wê armanca xwe pêk neanî, tenê yê xwekujî mir, Rewangehê got.

QSD hişyarî da ku pêngaveke nû ji operasyonên li dijî DAIŞê dest pê kiriye, piştî têkbirina dewleta-proto ya ku rêxistinê di sala 204an de îlan kir.

Wan daxwaza alîkarîya berdewam ji alîyê hevpeymanîyê ve kir daku ew zora şanên razayî bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500