Çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), di nav de kesekî xwekujek, şeva Duşemê (8ê Nîsanê) di operasyoneke artêşê de li bakurê Wadî Horanê, li nêzî sînorê Sûrîyayê, hatin kuştin, Fermandarîya Operasyonên Badîya û Cezîrayê got.
"Hêzên hevbeş çar çekdarên DAIŞê girtin, çekdarên zor li wan hat ku ji ber baran û lehîyê ji veşartgeha xwe li bakurê Wadî Horanê derkevin," emîd Riyad Dulêmî, alîkarê fermandarê Fermandarîya Operasyonên artêşê ji Diyaruna re got.
Wî got ku hêzên ewlekarîyê şer bi çekdarên ku di operasyonê de hatin kuştin kirin, û anî ziman ku yêkî ji wan êlekekî teqîner li xwe dikir, yê ku pişt re hat jihevxistin.