Nûçeyên Iraqê

Hêzên ewlekarîyê êrîşekê li Enabrê vala derdixînin

Wezareta Hundir ya Îraqî Sêşemê (9ê Nîsanê) ragihand ku hêzên ewlekarîyê êrîşeke terorî bi bombeyeke bidestçêkirî li Sekrayê li rojavayê Enbarê têk bir.

Wezaretê di daxuyanîyekê de anî ziman ku "hêzeke ewlekarîyê ya hevbeş li parêzgeha Enbarê terorîstekî ku bombeyek li ser rêya Sekrayê li Hedîsayê, nêzî Pira Fihêmîyê çandibû girt."

Daxuyanîyê got ku yê terorîst "tirsîya" piştî wî hêzên ewlekarîyê dîtin, û di encamê de bombe hat teqandin û di cih de ew hat kuştin.

Hêzên ewlekarîyê operasyoneke berfireh li deverê weke rêkareke parêzî li dijî her êrîşeke ku dibe çêbibe pêk tînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500