Nûçeyên Iraqê

DAIŞîyeke Alman bi hiştina mirina "koleyeke" Êzidî ji tînan tê sûcdarkirin

Jineke Alman, ku tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Îraqê bûbû, Sêşemê (9ê Nîsanê) bi tawana hiştina keçeke Êzidî "ya kole" ya pênc-salî ku li ber rojê ji tînan bimire hat sûcdarkirin, AFP ragihand.

Tê texmînkirin ku babeta Jennifer Wenisch ,27 salî, derbarê tawanên ku DAIŞê li dijî hindikahîya Êzidî pêk anîye yekemîn rewş be li ser asta cîhanê.

Ew dê rastî hukimekî ebedî li zindanê were, eger hat piştrastkirin ku ew kujer e û kuştin di hundirê şer de kiriye, ji bilî vê yekê jî ew endama rêxistineke terorîst e û Qanûna Çavdêrîya Çekên Almanî yên Şer binpê kiriye.

Dozgera bi navê Claudia Gorf ji dadgeha Miyûnixê re got ku ev yekemîn dadkirin ji Almanîyekî ku ji DAIŞê vegerîyaye çêdibe.

Nadya Murad Êzidîya ku xelata Nobel wergirt, a ji destên DAIŞê hatibû rizgarkirin, di daxuyanîyekê de got ku "ev kêlîyeke pir mezin e ji min û civaka min ya Êzidî bi tememî re."

Dozgerên Alman angaşt dikin ku Wenisch û hevjînê xwe yê ku endamê DAIŞê bû jina Êzîdî û zarokek weke "kole" ku li Mûsilê hatibûn dîlgirtin gava DAIŞ ew di 2015an de desterser kiribû "kirîbûn."

Dozgeran dîyar kir ku "pişît keçik nexweş ket û doşeka xwe şil kir, hevjînê tawanbarê weke cezayekê ew li derve girê da û hişt zarok li ber germê ji tînan bimire."

"Ya tawanbar hişt hevjînê wê vê yekê bike û hewl neda keçikê rizgar bike."

Medayaya Almanî destnîşan kir ku hevjînê ya sûcdar, Taha Sebah Nûrî Al-J., li dayik û zarokê xist, û angaşt kir ku Wenisch demançe xistibû serê jinikê.

Dadkirin li jêr ewlehîyeke dijwar li dadgeheke tawanên ewlehîya welat û terorê tê lidarxistin, û tê payîn ku weke destpêk rûniştinin heta 30ê Îlonê werin lidarxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500