Nûçeyên Iraqê

Elmanîya zarokên DAIŞê ji Îraqê vedigerîne

Elmanîya çendîn zarokên tundrewên zindanî ji Îraqê vegerandin, paş wergirtina rizamendîya dêûbavên zarokan, AFP Înê (5ê Nîsanê) ragihand.

Ew aniha li ba xizmên xwe li Elmanyayê girtî ne, li gorî çavkanîyekê ji Wezareta Derve.

Di nava girtîyên ciwan ên nû bo Elmanîyayê hatine vegerandin, sê zarokên ku tev dayîka xwe Pêncşemê gihiştin Balefirgea Ştûtgartê, parêzerê wan Mehmût Erdem di daxuyanîyekê de ragihand.

Ew yekser bo girtîgehê hatin veguhestin, li gorî parêzer.

Wezareta Derve eşkere kir ku herî kêm heşt Elman li Îraqê zindanî bûn, paş ku ew mukir hatin ku ew ser bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûn.

Wezaretê got ku ew ji rewşa hevwelatîyên Elman ên li bakurê Sûryayê bûn agahdar bû, lê wê nedikarî bi awayekî rasterast xwe bigihîne wan.

Hevdem, Serokwezîrê Australî, Scott Morrison Înê ragihand ku ew amade ye ji rêdan bo vegera zarokên sêwî yên tundrewekî Australî, ku li kampeke penaberan e li Sûrîyayê ye, paş banga wan bo alîkarîyê.

Morrison got ku hikûmeta wî tev Xaça Sor kar dikir bo zarok ji kampa Holê li Sûrîyayê bên veguhestin û bo berpirsên Australî karîbin bigihin wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500