Nûçeyên Iraqê

Serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li Diyalayê tê girtin

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî endamekî bilind a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke hevbeş de li rojhilatê Diyalayê girtin, Polîsê Îraqî Pêncşemê (4ê Nîsanê) ragihand.

Hêzên hevbeş ên Îraqî serkirdeyekî DAIŞê di operasyonekê de, li ser bingeha agahîyên pêşwext, girt, serokê polîsê Enbarê, lîwa Fêsel Ebadî di konferansekî rojnamevanî de, ku li fermangeha polîs li navenda Baqûbayê hatibû girêdan, eşkere kir.

Wî teqez kir ku "girtî, yê ku emîrê navçeya Hemrînê bû, tev du alîkarên xwe hatiye girtin," û da zanîn ku dest li ser çek û teqemenîyên bi wan re hat danîn di "operasyoneke ser asteke bilind de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500