Nûçeyên Iraqê

Rewangehê: Topbarana artêşa Sûrîyayê dibe sedema kuştina 22 sivîlan li Idlibê

Bordumana dijwar a rejîma Sûrîyayê ji navçeyên Idlibê yên li jêr kontrola tundrewan re bû sedema kuştina 22 sivîlan, li gorî ku Rewangehê îro Pêncşemê (4ê Nîsanê) ragihand, û wiha ev gefa herî dawî ye ji girêbesta heft mehî re ya ku hatibû pêkanîn.

Agirbest ji alîyê piştevanên biyanî yên sereke yên alîyên şer hat serpereştîkirin di meha Îlonê de, bo rawestandina êrîşeke berfireh a hikûmetê, êrîşa ku hişt NY hişyarîyê ji bobelateke mirovî li navçeya ku warê bêhtir ji sê milyon kes bide, AFP ragihand.

Lê ji dema ku navçe ji alîyê hevbendîya Tehrîr el-Şam ve hat desteserkirin di meha Kanûna Duyem de, agirbesta şikeva û lawaz rastî gurzeke dijwar hat.

Ofîsa Karûbarên Mirovî ya NY got ku tundûtûjîya zêdebûyî gihandina alîkarîyê bo dora 2.7 kesên hewcedar xist gefê.

Di êrîşa herî dawî de, topxane û rokêtên artêşê yên agir bi ser bajarokên KefinNubel û mearet Numan barandin 13 kes roja Pêncşemê kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rewangehê got ku topbarankirina deverên din ên li jêr kontrola tundrewan li parêzgehên Helebê û Hemayê di demjimêrên dereng ên şeva Çarşemê de bû sedema kuştina neh kesan.

Ofîsa Karûbarên Mirovî ya NY got ku tunûtûjîya zêdebûyî 90 sivîl li Idlibê di meha Adarê de kuştine, ku dora nîvê wan zarok bûn.

Rewangehê da zanîn jî ku bêhtir ji 86,500 kesan malên xwe di herdu mehên Sibatê û Adarê de terikandine di encama tundûtûjîyê de.

NY nîgeranîya xwe anî ziman ji ber "zêdebûna topbarankirinê li seranserê enîyên şer, û zêdebûna êrîşên asmanî û hejmara êrîşên bi bombeyên bi destsazkirî li deverên bajarwarî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500