Nûçeyên Iraqê

Amerîka gazinan ji Îranê dike derbarê xesarên lehîyê û dibêje ew amade ye ku alîkarîyê bike

Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo roja Sêşemê (2yê Nîsanê) gazin ji Îranê kir derbarê asta wêranîyê ya ku lehîyên mezin li paş xwe hiştin, û got ku Waşinton amade ye ku alîkarîyê bike, AFP ragihand.

Pompeo daxuyanîyek weşand ku tê de bersiva Wezîrê Derve yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf da, yê ku li ser medyaya civakî gazin ji cezayên Amerîkî kir û got ku ew in sedema kêmbûna helîkopteran.

"Ev lehî careke din asta bedbirêveberîya rejîma Îranî derbarê planên medenî û amadebûna bo rewşên lezgîn didin xuyakirin. Rejîm gazinan ji pêgehên derve dike, dema ku bedbirêveberîya wan e ya ku bûye sedema vê bobelatê," Pompeo got.

"Amerîka amade ye ku alîlarî û hevkarîyê bi Federasyona Navdewletî ya Xaça Sor û Komeleyên Heyva Sor re bike, yên ku paşê dê pereyan di rêya Heyva Sor a Îranî re bo hawarçûnê bişînin," wî got.

Rûber in berfireh ji Îranê ji nîvê Adarê ve bin av bûne, û dora 50 kesî hatine kuştin û ziyan gihiştîye sektorên serekî yên veguhestin û Pêwendîyan.

Heyva Sor a Îranî roja Sêşemê got ku wê xwe amade dikir ku 100,000 kesî vehewîne ji ber ku baranê parêzgeha Xuzastanê, li başûr û rojavayê welat, da ber xwe.

Pompeo herwiha di daxuyanîya xwe de ronahî da ser armanckirina Îranê ji jîngehzanan re "ji ber hewldana wan ku alîkarîyê bi Îranê re bikin ku xwe ji bo van rewşan bi xwe amade bike".

Heşt jîngehzan destpêka vê salê rastî dadgehê hatin, û ew hatin sûcdarkikrin ku wan sîxurî li ser baregehên serbazî dikir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500