Nûçeyên Iraqê

NY: 40,000 bêwar di nav lehîyê de mane li bakur rojavayê Sûrîyayê

Zêdetir ji 40,000 bêwaran li bakur-rojavayê, kampên wan li berlehîya barana giran çûn, tavên baranê yên ku roja Şemîyê (30ê Adarê) dest pê kirin, peyvdarekî NY Sêşemê ragihand.

Ziyan gihiştiye dora 14 kampan li parêzgeha Idibê, David Swanson ji Ofîsa NY ya Kordînekirina Karûbarên Mirovî (OCHA) ji AFP re ragihand.

Parêzgeha Idlibê, ya ku li kontrola hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam e, warê bêhtir ji sê milyon kes e, ku nîvê wan ji ber şer koçberî wê bûne.

Xebatkarên Berevanîya Sivîl ên weke Xûzeyên Sipî tên naskirin, xebatên xwe yên xelaskirin û ewlekirina sivîlan ji avên mişt herî.

Xûzeyên Sipî "berdewam in di bersivkirina rewşa beladarî de li kampên li bakurê Sûrîyayê", OCHA roja Duşemê di medyaya civakî de ragihand.

Swanson got ku barana dawî ziyan gihand konên bi hezarên sivîlan, bêwaran, berhemên kiştûkalî û sewalan li parêzgehên Idlib, Heleb û Hesekê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500