Nûçeyên Iraqê

Veşartgeheke DAIŞê li Enbarê tê wêrankirin

Şeş çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) sibeha Sêşemê (2yê Nîsanê) hatin kuştin di êrîşeke asmanî de ku veşartgeha wan li biyabana Enbarê armanc kir, li gorî Fermandarîya Operasyonên Enbarê.

"Li ser bingeha agahîyên hewalgirî û wêneyên asmanî yên tevgerên şaneke terorî ku revîya bûn û li biyabana Enbarê bi cih bûbûn, balefirên şer ên Îraqî êrîşeke asmanî dest pê kirin û veşartgehek li Wadî Horanê wêran kirin," fermandar, lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

Wî got ku milîtan li nava veşartgehê bûn û gelek teqemenî û çek bi wan re bûn.

"Tankereke neftê, du wesayit û gelek çek di êrîşa asmanî de hatin wêrankirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500