Nûçeyên Iraqê

QSD dide ser pişta paşmahîyên DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Sêşemê (2yê Nîsanê) ragihand ku ew dide ser pişta endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê Sûrîyayê, hevdem ku ev heftîyeke balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî milîtanan bombebaran dikin paş heftîyekê ji ragihandina binketina rêxistinê.

QSD çekdarên DAIŞê roja 23yê Adarê ji dawîn molgeha wan li gundê Baxozê, li nêzî sînorê bi Îraqê re, derxistin, paş êrîşeke ku mehekê dom kir, AFP di raportekê de got.

Hevbendîya Kurd- Ereban aniha mijûl e bi "şopandina paşmahîyên rêxistina terorîst", peyvdarê QSD, Mustefa Balî Sêşemê eşkere kir.

"Hinek kom xwe di şikeftên raserî Baxozê de vedişêrin," wî got.

Hevpeymanîyê got ku wê piştgirîya operasyonên ramaliştinên dikir bi rêya pêkanîna êrîşên asmanî li ser veşartgehên DAIŞê.

"QSD xebatên xwe didomîne bo nehiştina derfeta fîzîkî li pêş DAIŞê û bidawîkirina bandora wê û kar dike bo nehiştina samanên pêwîst bo vegera wan," peyvdarê Hevpeymanîyê Skot Rawlinson Duşemê ragihand.

"Bi piştgirîkirina operasyonên paqijkirinê, Hevpeymanî berdewam e di pêkanîna êrîşên asmanî yên bi dîqet yên piştgirdarî de bi hevahengî ligel QSD," wî got.

Berpirsan got ku operasyonên li dijî DAIŞê giranîyê didin "jinavbirina karîna DAIŞê ya xwerêxistinkirinê".

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku bêhtir ji deh êrîşên asmanî veşartgehên DAIŞê li Baxozê ji Yekşemê ve kirine armanc.

Çekdarên DAIŞê li hinek deverên biyabana Badîyê ya berfireh li Sûrîyê û gelek veşartgehên din xwedî hebûn in û êrîşên kujêner li dijî navçeyên QSD pêk tînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500