Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şaneke terorîst a li pişt êrîşên dawî yên Mûsilê digirin

Şana terorî ya li pişt du teqînan li bazarên taxên Musena û Mecmûa Seqafîyayê li Mûsilê hat têkbirin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ên Îraqî Duşemê (1ê Nîsanê) ragihand.

Fermandarîyê di daxuyanîyekê de got: "Hêzên ewlekarîyê şaneke terorîst a berpirs ji teqandina du otombîlên bombrêjkirî" li Mûsilê girtin.

"Şan ji pênc endaman pêk tê, û her yekî ji wan roleke dîyarkirî di operasyonên terorî de yên ku sivîl di wan de hatin kuştin digerand," daxuyanîyê got.

"Yek ji endaman otombîl didizîn û nimreyên wan diguhertin, û yên din teqemenî amade dikirin û ew ji cihên sazkirina bombeyan vediguhestin deverên niştecihbûyî," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500