Nûçeyên Iraqê

Operasyonên nû li Felûca û Sameyarê tên destpêkirin

Hêzên Îraqî Înê (29ê Adarê) operasyoneke serbazî ya nû dest pê kirin bo lêgerîna li paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li deverên di navbera Felûca û Samerayê de.

"Operasyon bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî tên encamdayîn û bi armanca nehiştina şanên DAIŞê," Fermandarê Operasyonên Enbarê, lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re ragihand.

Felahî eşkere kir ku operasyona ku li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên ku hêzên Îraqî dabîn kirine pêk tê, dora 60,000 kîlometran dide ber xwe, ji Felûcayê li parêgeha Enbarê, di Sîraa Decla û Sersar de, heta bi rêya digihêje Samerayê li parêzgeha Selahedînê.

"Hêzên artêşê ji fermandarîyên operasyonên Selahedînê û Enbarê di operasyonê de cih digirin, û weke dirêjahîya xebatên hevbeş ên paqijkirina wan navçeyan ji paşmahîyên DAIŞê û depoyên çek û teqemenîyan tên reçavkirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500