Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 6 tunêlên DAIŞê yên li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re wêran dikin

Hêzên Îraqî şeş tunêl ku Îraqê bi Sûrîyayê ve girê didin wêran kirin, tunêlên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kolane dema ku wê hinek dever li parêzgeha Enbarê kontrol dikir, Fermandarîya Operasyonên Badîya û Cezîrê Çarşemê (27ê Adarê) ragihand.

"Çar ji wan tunêlan çek, cebilxane, derman û motorên du dolab dihundirandin," eqîd Elî Ebdul Selam Obêdî eşkere kir.

"Tunêl di operasyonên ramaliştinê yên berfireh de, yên ku bi giranî pişta xwe bi xebatên mirovî bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî girê didin, hatin dîtin," wî got.

Wî amaje kir ku xebatên lêgerîna li van tunêlan beşek in ji operasyonên armanc dikin rê li ber derbasbûna bi dizî ji Sûrîyayê bo Îraqê bigirin û tevgera şan û paşmahîyên DAIŞê asteng bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500