Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî veşartgeheke teqemenîyan li Remadîyê kifş dikin

Depoyeke mezin a çekan a ser bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve li jêr avahîyeke wêranbûyî li Remadîyê hat dîtin, polîsê Îraqî li parêzgeha Enbarê Sêşemê (26ê Adarê) ragihand.

"Hêzên hevbeş ên Hewalgirîya Wezareta Hundir û Ajansa Dijî Terorê dest danî ser depoyeke mezin ku teqemenî, kember, bombeyên bidestçêkirî, teqemenîyên xwemalî, cebilxane, dronek, rokêtên li ser milan û rokêtên Katyûşa dihundirand," serokê polîsê Enbarê Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku operasyon li ser esasê xeberlêdaneke ji şênîyan hat encamdayîn.

"Di operasyoneke din de du endamên DAIŞê hatin girtin: yekî ji wan di gelek êrîşên terorî de cih girtibû û yê din bi DAIŞê re dixebitî di çarçoveya ya jê re tê gotin ofîsa Hesbayê (polîsê olî)," wî got.

Wî got ku ew bo navendeke girtinê ya ewlekarîyê hatin veguhestin û li benda veguhestina wan bo dadgehê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500