Nûçeyên Iraqê

Amerîka ne bi dadgehkirina DAIŞê re ye û han dide wan ji Sûrîyayê vegerînin welatên wan

Amerîka roja Duşemê (25ê Adarê) ragihand ku ew ne bi avakirina dadgeheke navdewletî re ye bo tundrewên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û ji welatên van tundrewan xwest ku wan vegerînin cem xwe piştî ku Hêzên Sûrîyaya Demokrtîk (QSD) pêşinyara avakirina dadgehekê kiribû, AFP ragihand.

Piştî du rojan ji ragihandina Amerîka ya têkbirina DAIŞê, QSD --ya ku dora 9,000 tundrewên biyanî û xizmên wan ku 6,500 ji wan zarok in dihewîne -- xemgînîya xwe derbarê redkirina bangên Amerîkayê bo her welatekî ku girtîyên xwe darizîne anî ziman.

QSD dîyar kir ku ramenke baştir heye, ew jî avakirina dadgeheke navdewletî ye li bakur-rojhilatê Sûrîyayê bo darizandina çekdarên DAIŞê.

Lê Cêms Jêfrî nûnerê taybet bo Sûrîyayê, gelekî guh neda vê pêşinyarê gava jê hat pirsîn û got: "Aniha em li vê yekê nagerin."

Jêfrî ji rojnamegeran re li Waşintonê got ku "destpêkê divê em zextê li welatan bikin daku welatîyên xwe yên ku belkî tawan kiribin an jî na vegerînin."

Wî daxuyand ku "eger wan xebat ji vê yekê re kir, ew dê karbin pê re mijûl bibin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500