Nûçeyên Iraqê

QSD bang bo dadgeheke navdewletî bo dadkirina girtîyên DAIŞê dike

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) roja Duşemê (25ê Adarê) bang bo avakirina dadgeheke navdewletî li welat kir, bo girtîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) lê werin darizandin, AFP ragihand.

QSD di daxuyanîyekê de got "em bang dikin ku civaka navdewletî dadgeheke navdewletî taybet li bakur-rojhilatê Sûrîyayê ava bike daku terorîst bên dadgehkirin."

Daxuyanîyê dîyar kir ku bi vî awayî, "darizandin dê karibin bi edalet û li gorî qanûna navewletî û peymanên mafên mirov pêk werin."

Birêveberîya Kurdî ya li bakur-rojhilatê Sûrîyayê haydarî da ku karîndarîya wê ya girtina gelek gelek kesan tune ye.

Daxuyanîyê bang li civaka navdewletî kir, bi taybetî dewletên ku welatîyên wan girtî ne, ku piştgirîyê bidin avakirina dadgeheke navdewletî, herwiha bang bo hevkarî û hevahengîya qanûnî û lojistîk kir.

Roja Duşemê jî, QSDê got ku bêhtir ji 9,000 kesên biyanî yên ser bi DAIŞê ve, piranîya wan zarok in, li kampeke penaberan li bakur-rojhilatê Sûrîyayê ne.

Hejmara giştî ya biyanîyan li kampa Holê bêhtir ji 6,500 zarokan dihundirîne, li gorî peyvdarekî fermî yê desthilatdarên Kurdî, bi navê Luqman Ehmê.

Ehmê dîyar kir ku ev hejmar a berî heftîyekê ye, berî ku QSDêrîşa xwe ya herî dawî pêk bîne bo vegerandina dawîn erdên Sûrî yên di destê DAIŞê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500