Nûçeyên Iraqê

QSD êrîşa li dijî molgeha DAIŞê li Sûrîyayê dijwartir dike

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) pêngava li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li molgeha wê ya dawî li Sûrîyayê roja Pêncşemê (21ê Adarê) dijwartir kir, û red kir ku molgeha terorîstan hatiye rûxandin.

"Operasyon li kampa Baxozê berdewam in," Fermandarîya QSD di daxuyanîyeke kurt de ragihand.

QSD, ku roja 9ê Sibatê operasyona xwe li dijî gundê Baxozê li rojhilatê Sûrîyayê dest pê kir, raportên ku dibêjin molgeha DAIŞê bi temamî ketiye di destê hêzên wê de red kirin.

"Agahîyên qala rizgarkirina tam a gund dikin ne rast in," fermandarîyê daxuyand.

Bi hezarên kesan ji molgeha DAIŞê ya dorpêç kiriye di van heftîyên dawî de revîyane û xwe radest kirine.

Ji Kanûna Duyem ve, dora 67,000 kes ji molgehê derketin, di nav de 5,000 tundrewên ku xwe radest kirin, li gorî QSD.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500