Nûçeyên Iraqê

QSD endamên DAIŞê yên guman heye ku li pişt êrîşa Minbicê bin digire

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Sêşemê (19ê Adarê) ragihand ku wê çend kes ji gumanlêkirîyên kurol di teqîna xwekujî ya Minbicê ya roja 16ê Kanûna Duyem de gerandine girtiye,êrîşa ku wê çaxê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li xwe girtibû, AFP ragihand.

Nozdeh kes di êrîşê de hatibûn kuştin, di nav de çar Amerîkî: du leşker, karmendekî birêveberîya berevanîya sivîl û xebatkarekî Pentagonê.

Peyvdarê QSD Mustafa Balî got ku gelek kesên gumanlêkirî hatine girtin.

"Komek, ji gunehbarên ku rol di teqîna roja 16ê Kanûna Duyem de li Minbicê ya ku çend xebatkarên Amerîkayê û QSD tê de hatibûn kuştin gerandibûn, hatiye girtin paş koleçaneke teknîkî ji hêla hêzên me ve," Balî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500