Nûçeyên Iraqê

Kurdên Sûrîyayê "gefên" Şamê rexne dikin

Kurdên Sûrîyayê "zimanê gefan" ê rejîma Şamê rexne kirin piştî ku rejîmê soz da ku deverên bakur û rojhilatê Sûrîyayê yên li jêr destên Kurdan an bi lihevkirin an jî bi destwerdana leşkerî vegerîne, AFP roja Sêşemê (19ê Adarê) ragihand.

Ev kêmnetew dûrî şerê Sûrîyayê ma, di dewsê de ji xwe re birêveberîyeke xweser li rûbereke mezin li bakur û rojhilatê Sûrîyayê ava kir.

Ev dever di destên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk de ye, ya ku bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike.

Wezîrê Berevanîya Sûrîyayê Elî Ebdulah Eyûb roja Duşemê ragihand ku hikumeta wî dê hemû deverên li jêr kontrola QSD vegerîne "bi rêya rêyekê ji herdu rêyan: an lihevkirin an jî ..... bi hêzê."

Di daxuyanîyekê de, êvara Duşemê birêveberîya xweser a nîvserbixwe axaftinên wî rexne kirin.

Birêveberîyê di daxuyanîyê de got "daxuyanîya wezîrê berevanîya Sûrîyayê derbarê QSD de... berdewambûna sîyaseta nijadperestî ya ku hişt Sûrîy bigihêje vê rewşa xerab raber dike."

Birêveberîyê dîyar kir ku "bikaranîna zimanê gefan li dijî QSD, a ku bakur û rojhilatê Sûrîyayê ji terorîstan rizgar kir û ew parastî hişt, tenê xizmeta wan hêzên ku ji bo dabeşkirina Sûrîyayê dixebitin dike."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Kurd hertimî weke çeteyan destên xwe ji biryanîyan re dirêj dikin, li kû bin, li Îran, Îraq, Sûrîya û Turkîyayê. Ew aniha hazirîya cudabûnê dikin; lê ew baş dizanin ku tişt bi destê wan nayê. Titşê ew dikin bi tenê di berjewendîya Îsraîl û Amerîkayê de ye. Êdî bes e ji çetetîyê re! Ev demeke dirêj e ku rewş bi vî awayî ye. Ew tu carî ne yekrêz bûn û hertimî şerê hev dikin, pev diçin, gazinan dikin, ji ber rêberekî wan ê mezin tune ye. Herkes ji wan li gorî hewesa xwe tev digere. Ew xwe diavêjin bextê dijberên Îslamê li dijî hikûmetên xwe.

BERSIV BIDE