Nûçeyên Iraqê

Kanada misyonên rahînankirina serbazî li Îraqê dirêj dike

Kanada roja Duşemê (18ê Adarê) ragihand ku ew dê misyonên rahînankirina serbazî li Îraqê dirêj bike, AFP ragihand.

Dihat payîn ku misyon di dawîya Adarê de bi dawî bibe, lê metirsîyên ewlehî hîna hene.

Kanada dê 250 leşkerên hêzên taybet ên hêzên ewlekarîya Îraqî rahînan dikin û şêwirdarîyê ji wan re dikin, û herwiha gelek helîkopterên êrîşkirinê jî bihêle, di çarçoveya misyona hevpeymanîya navdewletî ya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de, heta dawîya Adara 2021an.

Dibe ku hejmara leşkeran bigihêje 850, eger pêwîst kir, û dê herwiha alîkarîya Urdin û Lubana cîran bikin daku karînên wan ên ewlehîyê ava bikin, berpirsinan got.

Weke berdewamkirina van xebatan, Kanada Mijdara borî serkêşîkirina misyoneke nû ya NATO stand. Ew ji sala 2014an ve beşdarî hêza asmanî dibe û piştevanîya bijîşkî dabîn dike û alîkarîyê di rahînankirina hêzên Îraqî de dike.

"Me pêşketineke mezin û mayînde bi dest xist, lê em dizanin hîna gelek kar li pêşîya me heye. Divê aniha em misoger bikin ku DAIŞ nema ava dibe û gefan li aramîya Îraqê nexwe," Wezîrê Berevanîyê Harjêt Sajan di konferanseke rojnamevanî de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500