Nûçeyên Iraqê

QSD li molgeha dawî ya DAIŞê pêşveçûnan dike

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) li molgeha dawî ya rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê Sûrîyayê pêşveçûn pêk anîn, û tundrewên mayî li rûbereke pir teng li ser tixûbê gundê Baxozê dorpêç kirine, AFP Sêşemê (19ê Adarê) di raportekê de got.

QSD got ku çekdarên DAIŞê yên ku hîna xwe radest nekirine neçar bûn ku ji serbazgeha xwe ya serekî derkevin û li devereke pir biçûk li ser peravên Çemê Feratê asê mane.

"QSD devera serbazgeha DAIŞê li Baxozê kontrol kiriye," Mustefa Balî di Twitterê de bi zimanê Înglîzî got.

Lê şervanên QSD tu cih li ya jê re tê gotin serbazgeh nexistine destê xwe, ew jî ji otombîlên pelixî, rêbendên axê û konan pêk tê û li ser tixûbê Baxozê ye.

"Ev ne ragihandina serkeftinê ye, belê ev pêşketineke girîng e di şerê li dijî DAIŞê de," Balî wiha got.

Paş şeveke din ji şer û pevçûnan û xweradestkirina nofekî din ji çekdarên tundrew, erda hindik a ku DAIŞ kontrola wê dike kêmtir bû.

Ne dîyar e ku bo heyameke çiqas tundrewên ku nayê zanîn hejmara wan çend e dê şer bikin, lê Balî got ku hinek ji wan hîn jî şer dikin.

"Pevçûn didomin û komeke terorîstên DAIŞê yên ku li devereke pir teng hatin dorpêçkirin hîn şer dikin," wî got.

Nûçegihanên AFP li Baxozê dîtin endamên DAIŞê di tixûbên serbazgeha ku bi piranî kavil e tevdigerin, di demekê de ku şer di devereke nêztir ji çem diqewime.

Bi piştevanîya balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî, QSD operasyona xwe ya dawî li ser DAIŞê li Baxozê roja 9ê Sibatê dest pê kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500