Nûçeyên Iraqê

Şerê QSD ê li dijî DAIŞê li Sûrîyayê berdewam dike

Ewreke reş ê dûmanê asmanê dawîn molgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Duşemê (18 Adarê) li rojhilatê Sûrîyayê girt ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) şerê rêxistinê kirin piştî şevekê ji bombebarankirin û êrîşên asmanî, AFP ragihand.

QSDê rêya çekdarên DAIŞê yên ku xwe di beşekî biçûk ê erd de li gundê Baxozê vedişêrin girtiye ji Kanûna Duyem de. Tenê Komek kon û otombîline kevin mane.

Bi piştevanîya êrîşên asmanî yên hevpeymanîya navdewletî, QSD molgehên dawî yên DAIŞê êvara Yekşemê bomebaran kirin, ku bêhtir derbasî dawîn molgeha rêxistinê bû.

Şerê li ser erdê û êrîşên topavêjan heta sibeha Duşemê berdewam kirin, ku QSD destkeftîyên xwe yên dawîn qayîm kirin, peyvdar Çêker Amed got.

Amed dîyar kir ku "hêzên me bi pêş ve çûn lê şer ji duh ve berdewam e".

"Êrîşa QSD ya bejahî pir bibandor bû," Peyvdarê hevpeymanîyê Sean Ryan Duşemê got. "QSD bi zanabûn berdewam dike da dawîn erdên di destên DAIŞê de rizgar bike."

Berpirsekî QSDê yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin Duşemê anî ziman ku hêzên wan di şerê vê dawîyê de dest danîn ser hejmareke avahîyên di destên DAIŞê.

Peyvdarê QSDê Mistefa Balî Duşemê ragihand ku hêzên wan dest danîn ser "gelek çeper" di hundirê molgehê de, û da zanîn jî ku "QSD aniha derbasî hundirê kampê dibe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500