Nûçeyên Iraqê

Amerîka gazinan ji Rûsya û Şamê dike paş pêkhatina êrîşên asmanî li Idliba Sûrîyayê

Waşintonê Pêncşemê (14ê Adarê) Rûsya û rejîma Sûrîyayê bi berpirsyarîya ji "gurkirina tundîyê" li parêzgeha Idlibê gunehbar kirin, AFP ragihand.

Firokeyên şer ên Rûsî roja Çarşemê êrîşên asmanî li Idlibê pêk anîn, û ev yekem êrîş in ji çaxê gihiştin bi rêkeftineke agirbestê di meha Îlonê de bi serpereştîyeke Turkî-Rûsî.

Herî kêm 13 sivîl hatin kuştin, di nav de şeş dergûş, ku di lêdanên asmanî de mirin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Amerîka ji gurbûna tundûtûjîyê li Idlibê û deverên li hawîrdorê wê di rojên dawî de ji ber êrîşên asmanî û topbaranên rejîma Esed û Rûsyayê pir nîgeran e," peyvdarê Wezareta Robert Palladino got, û îşaret bi serokê Sûrîyayê Beşar Esed kir.

"Tevî angaştên Rûsyayê ku ew terorîstan dike armanc, ev operasyon bûn sedema bi dehên qurbanîyan di nava sivîlan de û wan kesên ku xwestin xelkê xelas bikin armanc kirin," wî got.

"Divê ev êrîşên hovane li ser jêrxaneyên sivîl û li ser penagehên bêwaran bi xar bên sekinandin."

Palladino got ku weke alîyekî rêkeftina agirbestê bi Turkîyayê re, "Rûsya berpirs e ji van operasyonan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500