Nûçeyên Iraqê

QSD cihên xwe qayim dike di demekê de ku rûbera asêgeha DAIŞê kêmtir dibe

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) cihên xwe qayim dikirin li derdora molgeha dawî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) îro Înê (15ê Adarê), AFP ragihand.

QSD got ku "1,300 terorîst û malbatên wan" roja Pêncşemê bi tenê xwe radest kirin hevdem ku şervanên wê bipêşveşûna xwe hêdî kirin daku derfetê bidin wan ku ji molgehê derkevin.

QSD got ku şervanên wê cihên xwe qayim dikin piştî êrîşên DAIŞê yên dijber û teqînên xwekujî yên binketî.

QSD "hêzên xwe qayim dike û wan dixe tevgerê", peyvdarê QSD Çêker Amed got.

"Hin jin û zarok hene ku dixwazin xwe radest bikin, ji ber vê yekê zor li me hat ku em operasyonên xwe hêdî bikin," ew ji gundê Sosayê yê cîran diaxivî.

"Lezahîya operasyonan careke din hatiye hêdîkirin daku ew derfetê bidin ku bêtir tundrew û malbatên wan derkevin," wî got.

Wî nikarîbû mêjera xelkên di hundirê Baxozê de mane texmîn bike.

"Ew kesê mane bi giranî girêdayî îdîolojîya tundrew in," wî got. "Gelek xwekuj hene lê herwiha malbat û zarok jî hene."

Ji çaxa ku QSD êrîşa ku bi mehan dirêj kiriye di 10 Adarê de dest pê kir, bêtirî 3,000 endamên DAIŞê xwe radest kirine, li gorî QSD.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500