Nûçeyên Iraqê

Danerên navdewletî soz dan ku 7 milyar dolaran alîkarî bo Sûrîyayê bidin

Danerên navdewletî roja Sêşemê (14ê Adarê) soz dan ku dota 7 milyar dolaran weke alîkarî di sala 2019an de pêşkêş bikin ji sivîlên ku di şerê Sûrîyayê de hatine dorpêçkirin, lê mêjera giştî negiha asta ku NY dibêje hewcedarîya wê pê heye, AFP ragihand.

Komîsyonerê mirovî yê Yekîtîya Ewropayê Kristor Stylianides mêjera giştî di dawîya konferansa ku sê rojan dirêj kir bi beşdarîya 80 welat û rêxistinan li Bruksilê, ya ku di salvegera heştemîn a detpêkirina şer de îlan kir.

Yekîtîya Ewropayê sozên xwe bi qasî du milyar euro (2,26 milyar dolar) pêk anî, lê konferans bi ser neket ku heta 9 milyar dolaran jî bide hev, NY jî got ku ev pere pêwîst in daku alîkarîya bi mîlyonên Sûrîyên ku zor li wan hatiye ku ji welatê xwe birevin herwiha ew kesên ku rastî krîzên mirovî hatine di hundirê wealtê xwe de bikin.

Hêzên Ewropî dubare teqez kirin ku divê pêşketin di proseya aştîyê de ya ku NY birêve dibe pêk were berî ku ew pereyan bo jinûveavakirina Sûrîyayê bidin.

Tevî vê yekê, birêveberê alîkarîyê li NY Mark Lowcock got ku ew "gelekê bi vê encamê kêfxweş bû" lê teqez kir ku tenê çareserîya siyasî dikare dawîyekê ji belengazîya Sûrîyan a ku şer encam daye deyne.

Berî konferansê, NY dîyar kir ku hewcedarî bi 5,5 milyar dolar heye bo alîkarîkirina bi dora 5.6 milyon Sûrîyên ku neçar bûne ku ji welatê xwe ber bi Turkîya, Lubnan û Urdinê ve birevin.

Hewcedarî bi 3.3 milyar dolarên din heye ji niştecîyên li hundirê Sûrîyayê re.

NY krîzê li Sûrîyayê weke "veweşînê" wesif dike, ji ber ku 11.7 milyon kes hewcedarîya wan bi hin şêweyên alîkarîya mirovî heye, 6.2 milyon kesên ku li welatên xwe bêwar bûne û 83% ji Sûrîyan li jêr xeta feqîrîyê dijîn.

Konferansê soz girtin ku dora 2.4 milyar dolaran ji bo çalakîyên mirovî, pêşxistinê û nermîtîyê û bersivkirina krîza Sûrî di sala 2020 û piştî wê jî bê terxankirin, li gorî ofîsa NY ya Hevahengîkirina Karûbarên Mirovî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500