Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Hejmara kuştîyên di şerê Sûrîyayê de digihêje 370,000 di 8 salan de

Di heşt salên şer de dora 370,000 kes hatine kuştin ku 112,000 ji wan sivîl in, AFP Înê (15ê Adarê) ragihand.

Bêhtir ji 21,000 zarok û 13,000 jin di nav mirîyan de ne, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Amara dawî ya Rewangehê bo hejmara qurbanîyên şerê Sûrîyayê, ku di Îlonê de hatiye belavkirin, dibêje ku bêhtir ji 360,000 mirî hene.

Rewangehê dîyar kir ku zêdetir ji 125,000 leşkerên rejîmê û şervanên alîgirên rejîmê di nav amara herî dawî de bûn ligel 67,000 kuştî ji şervanên din, di nav de çekdarên opozîsyonê û şervanên Kurd.

Dora 66,000 tundrew bûn, bi taybetî çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û Tehrîr el-Şam.

Di encama şer de dora 11 milyon Sûrî bêwar bûn yan neçar bûn derbider bibin, û şer wêranîyeke bi qasî milyarên dolaran li pey xwe hişt.

Tê payîn ku şer aborîya Sûrîyayê sê dehsalan bi paş ve vegerand, û jêrxaneya welat wêran kir û berhemkirina kehrebeyê û neftê felc kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500