Nûçeyên Iraqê

Xêrdar li Brukslê bo komkirina fînansê ji Sûrîyayê re dicivin

Xêrdarên navdewledtî roja Çarşemê (13ê Adarê) li Bruksêlê civiyan, ku hêvî dikin dora 9 milyar dolar weke alîkarî ji Sûrîyên ku şer ew pûç kirin re kom bikin, AFP ragihand.

Diplomatkarekî Ewropî got "divê konferans ne tenê bo komkirina pereyan be. Divê konferans peyameke sîyasî pêşkêş bike, ku li ser mercên alîkarîyên bo nûavakirinê be û û herwiha divê rêberên Sûrî ji cezaya tawanan nerevin."

NY teqdîr dike ku 5.5milyar dolar weke alîkarî ji dora 5.6 milyon Sûrî re divê, yên neçar bûn ji welatê xwe birevin Turkîya, Lubnan, Urdin, Îraq û Misrê.

Dora 3.3 milyar dolar bo Sûrîyên di hundirê welat dey ên ku di rewşeke mirovî pir xerab de ne hat tarxandin, ku ajansa alîkarîyê ya Bijîşkên Bêsînor ew weke rewşeke "nayê debarkirin" wesf kir.

Piştî du rojan ji giftûgoyan bi rêxistinên mirovahî re, wezîrên derve û serokê NY û berpirsên Yekîtîya Ewropayê dê roja Pêncşemê bo li dirametîyên darayî binêrin û ragihandina daneyên giştî piştî nîvro bicivin.

NY û Yekîtîya Ewropayê, ku konferansê bi rê ve dibin, hêvî dikin ku tiştekî ji konferansa Bruksêlê ya 2018an baştir were, gava dirametî ne li gorî pêşbînîyan bû û bi tenê dora 4.4 milyar dolar bûn -- ango nîvê 9.1 milyar dolarî bû, nîvê qebareya ku NY destnîşan kiribû ku pêwîst e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500