Nûçeyên Iraqê

3 tunêlên DAIŞê li Kerkûkê tên wêrankirin

Hêzên hevbeş ên polîs û artêşa Îraqî, ligel sergirtina hewayî ya hevpeymanîya navdewletî sê tunêlên jêrzemînî yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li çiyayên Hemrînê, li başûr rojavayê Kerkûkê, bi kar tanîn wêran kirin.

"Her sê tunêl hatin temirandin bo endamên DAIŞê careke din wan veşartgehan bi kar neyênin," muqedem Ala Husên ji polîsê Kerkûkê Çarşemê (13ê Adarê) ragihand.

Balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî depoyeke çekan a jêrzemînî ya DAIŞê wêra kirin di çarçoveya operasyonê de.

"Çend kes di her du rojên operasyonê de hatin girtin û aniha lêpirsîn bi wan re tê kirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500