Nûçeyên Iraqê

Îraq 50 pirên ku ji alîyê DAIŞê ve li Enbarê hatine wêrankirin ji nû ve ava dike

Parêzgeha Enbarê 50 pir ji eslê 112 pirên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn wêrankirin dema wê parêzgeh kontrol dikir ji nû ve avakirin, Birêveberîya Pir û Rêyan a Enbarê roja Duşemê (11ê Adarê) ragihand.

"Kampanyaya jinûveavakirin û sazkirina pirên ziyankirî, ya ku piştî rizgarkirina bajarên Enbarê ji DAIŞê dest pê kir, heta aniha 50 pir ji nû ve tahîl kirine," serokê şaredarîyê Mehdî Abid Ferhan ji medyaya xwcihî re eşkere kir.

Wî got ku hikûmeta xwecihî û ya navendî, herwiha rêxistinên mirovî yên navdewletî û yên NY di kampanyayê de beşdar in.

wî dîyar kir ku hemû pirên ziyankirî li seranserî parêzgehê dê werin sazkirin di van herdu salên tên de, û anî ziman ku "qebareya ziyanê di van piran de mezin e".

Ev yek ji berhengarîyên herî mezin e ku hikûmeta xwecihî rastî tê, Ferhan got, "lê me biryar daye em bi ser bikevin û em sazkirina piran temam bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500