Nûçeyên Iraqê

NY hişyarîyê dide ku zarokên li ser xaka DAIŞê ji dayîk bûne neyên şermezarkirin

Divê zarokên ku li xaka rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) mezin bûne weke terorîst nêzîkatî bi wan re neye kirin, Rêxistina Mafê Zarokan a NY (UNICEF) Duşemê (11ê Adarê) haydarî da.

Birêveberê ofîsa Rojhilata Navîn got ku divê çarenivîsa zarokên ku malbatên wan ên tundrew vê dawîyê ji asêgeha dawî ya DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûrîyayê revîyane neyê paşguhkirin.

"Nameya ku dibêje ev zarok nayên xwestin her diçe bihêztir dibe," Geert Kappelaere di konferanseke rojnamevanî de li Beyrûtê got.

Li gorî UNICEF, dora 3,000 zarokên biyanî li kampa Holê ne, kampa ku piranîya kesên ku ji gundê Baxozê, asêgeha dawî ya DAIŞê, di van heftîyên dawî de derketin xwe lê girtin.

Herî kêm ew ji 43 welatên cuda ne, û gelekan ji me xwe dûrî pirsa egera vegera wan bo welatên xwe kir.

Hejmarên mezin ji zarokên bêwar ên Sûrî û Îraqî hene ku ser bi DAIŞê ve ne û dîsan tevlîkirina wan di civakê de tehedîyeke cidî ye ku cihê baldarîyê ye.

"Ev kêşeyeke mezin e û ne gengaze bê veşartin," Kappelaere got, dema ku wî di rêûresmên belavkirina CDîyeke straneke zarokan de beşdarî kir, di heştemîn salvegera alozîya li Sûrîyayê.

"Ev rewş pir caran dubare dibin, berê xwe bidin cînosayda Rwandî di nîvê salên notan de," wî anî ziman.

"Me bi hezaran zarok dîtin ku zarokên kesinan bûn ku karên pir kirêt encam dabûn. Ev zarok dîsan bi awayekî serkeftî tevlî civaka Rewandî hatin kirin," wî got.

Kappelaere got ku ev xebatên wiha li Sûrîya û Îraqê pêwîst in.

"Çareserîyek bo van zarokan heye. Ew bi hewcedarî pêbendîyeke siyasî, û gaveke siyasî ye. Ev zarok zarok in, ew ne terorîst in," wî got.

Herwiha roja Duşemê, xelathilgirê Xelata Nobel bo Aştîyê Kailaş Satyarthi bang li hikûmetên Ewropayê kir ku zarokên hevwelatîyên xwe, yên ku li jêr serwerîya DAIŞê jîyane, biparêzin.

"Ev zarok ne cîhadî ne," Satyarthi got, ku ew çalakgereke Hindî ye ku berevanîyê li mafê zaroakn dike, û wê sala 2014an xelata Nobel tev Malala Yousafzai ji Pakistanê wergirt.

"Eger ew nikarîbin guhlêdana pêwîst û parastina pêwîst û hezkirin û rêza pêwîst dabîn bikin, wê demê wê bêhtir derfet hebe ku nêzîkatîyeke çewt bi wan re bê kirin," wî got.

"Ya baş ew bên himbêzkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500