Nûçeyên Iraqê

Xebîrekî teqemenîyan ê DAIŞê li Kerkûkê tê girtin

Xebîrekî teqemenîyan ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke hevbeş de li başûrê rojavayê Kerkûkê hat girtin, polîsê Îraqî li parêzgeha Kerkûkê Yekşemê (10ê Adarê) ragihand.

"Hêzên ewlekarî yên hevbeş Newaf Dano, xebîrekî teqemenîyan ê DAIŞê, girtin, li avahîyeke niştecihbûnê li başûrê rojavayê Kerkûkê," eqîd Melas Husên ji polîsê Kerkûkê ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Danû di gelek êrîşên terorî de cih girtiye, û weke xebîrekî sazkirina teqemenîyan, bombrêjkirina otombîlan bi teqemenîyan û amadekirina teqemenîyên bidestçêkirî ji DAIŞê re kar dikir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500