Nûçeyên Iraqê

Brîtanya nasname ji du jinên din ên DAIŞê stand

Birîtanîya nasname ji du jinan stand, ku ew tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê bûbûn, rojnameyeke Birîtanî roja Yekşemê (10ê Adarê) di raportekê de ragihand, û hinek pirsyar li dor çarenivîsa zarokên wan dane pêş.

Ev biryar li paş biryareke têkildarî rewşeke hevşêwe, ya herzekaraLondonê Şemîma Begum tê, ya ku dergûşa wê li kampekê li Sûrîyayê heftîya borî mir, li gorî AFP.

Rîma Iqbal, 30 salî, û xwişka wê Zara, 28-salî, di sala 2013an ji rojhilatê Londonê berê xwe dan Sûrîyayê, û aniha bi herduyan pênc zarokên wan ên temenên wan di bin heşt salan re ye hene, rojnameya Sunday Times ragihand.

Li ser zimanê hinek çavkanîyên yasayî, rojnameyê got ku ew ji nasnameya xwe ya Birîtanî hatine bêparkirin.

Her du, ku bi esil Birîtanî ne, bi kesine endamên şaneke terorî zewicî ne ku destê wê di kuştina dîlên Rojavayî de heye.

Wezareta Hundir a Brîtanî got ku ew têkildarî rewşên kesayetî daxuyanîyê nade.

Peyvdarekî got: "Her biryarên têkildarî mehrûmkirina kesayetan ji nasnameya wan li ser esasê belgehên heyî ye û ne bi hêsanî biryar tên dayîn."

Zagona Brîtanyayê rê nade hikûmetê ku nasnameya kesekî jê bistîne eger ev yek wan bê nasname bihêle.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500