Nûçeyên Iraqê

Tundrewekî berê yê Sûrî bi kuştina li mûzexaneya Belcîkayê tê tawanbarkirin

Desteyeke sondxwaran ya Fransî gihişt encama ku Mihdî Nîmûş bi tawana "kuştinên terorî" ya çar kesan li mûzexaneyeke Brokslê tawanbar e roja Pêncşemê (7ê Adarê), ku ev yekemîn halet e ku tundrewekî Sûrî yê kevin êrîşeke wiha li Ewropayê pêk tîne, AFP ragihand.

Nîmûşê 33 salî, aniha rastî sizayeke ebedî tê ji ber êrîşa ku li paytexta Belcîkayê pêk anîye di 24ê Gulana 2014an de, piştî ku ji qadên şer ên Sûrîyayê vegerîya.

Hat dîtîn ku Nîmûş bi xwîneke sar herçar qurbanî kuştin.

Her 12 sondxwar dîtin ku hevalê wê yê Fransî Nasir Bender ê 30 salî jî, beşdarî êrîşê bûye ku çek didan wî.

Piştî şeş rojên kuştinê, Nîmûş li bajarê Mersîlyayê yê Fransî hat girtin ku demançe û klanşkovek pê re bûn.

Bi giştî, dadgehê got ku wê 23 delîlên ku Nîmûş tawanbar dikin anîne, ku ew dimîne kesê ku di vîdyaoya çavdêrîyê ya mûzexaneyê de hatiye dîtin gava gule berdan.

Dozgeran got ku êrîş a yekemîn li Ewropayê ye ku li ser destên tundrewekî ku ji şerê Sûrîyayê vegerîyaye.

Li Fransayê, di heman demê de, dadgeheke li Parîsê roja Pêncşemê 16 sal hikum li Fransîyekî Cezaîrî birî, ji ber ku di navbera salên 2012an û 2014an de çû Sûrîyayê da tevlî komeke tundrew bibe.

Tê payîn ku Ehmed Leîdûnî çûye Sûrîyayê û tevlî Enîya Nûsrayê ya girêdayî Qaîdayê bûye di navbera 2012an û 2014an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500